Beşar Ceferî gotegotên li bara derketina wî ji Jinêvê derew dan zanîn
Serokê taxima dewleta Sûriyê li muzakirên aşitiyê li Jinêvê, dengoyên li bara derketina wî ji muzakiran derew dan zanîn û wan weke fikr û hizrên pûç û bêbingeh dan zanîn.
Şeva buhurî hin çavkanî li Jinêvê îdia kirin Beşar Ceferî serokê taxima dewleta Sûriyê li muzakirên aşitiyê ji bajarê Jinêvê derketiye û û jibo şêwirînê sefera Şamê kiriye.
Beşar Ceferî wek berteka li hember dengoyên hanê ragihand: Ewana hizrên pûç û bêbingeh in. Ez hîn jî di Jinêvê de me û her wek ku min di civîna xwe ya rojnamevaniyê de got, biryar e sibê berêvarê tev Dê Mîstora hevdîtin û gotûbêjê bikim.
Dewra çaran a muzakirên navbera sûrî ku bi piştgiriya NY navbera dewletê û neyarên vî welatî di rojevê de ye ji pênşemiya buhurî ve destpê bû lê heya niha li bara çarçova van muzakiran li hev nekirine.