Sibat 27, 2017 09:00 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî ya têrorîstan li ser hêzgeha Kehrebaya Zareya Sûriyê

Çeteyên têrorîst hêzgeha karebayê ya Zareyê li Rîfa başûrê Hemahê li rojavaya Sûriyê dane ber rokêtan.

Li gorî rapora El-Alemê, wezareta elektrikê yê Sûriyê ragihand: Komên têrorîst bi êrîşa li ser hêzgeha elektrîkê ya Zareyê û malên kedkaran li derdora wê, ziyan li hêzgehê xistin.

Bi dewama serketinên artêşa Sûriyê û têkçûnên li pey hev ên têrorîstan li vî welatî, çeteyên têrorîst zêdetir ji berê binavahiyên Sûriyê kavil dikin; Ji wan pêkanîna xerabiyên berfire li pergala veguehstina av û elektirîkê li vî welatî ye.

Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, rayedarên artêşa Sûriyê êvara yekşemiyê ragihandin, du topên cengî li taxa El Mezreeya Şamê li nêzikî balyozxaneya Rûsiyê ketine.

Ev du topên hawanê ji navçeya Hey Cuberê li başûrê Şamê hatine kewkîkirin. Navçeya Cuberê di bin kontrola komên têrorîst ên Ehrar El Şam û Cebheya Nussreyê da ye.

Di heyama yek sala buhurî da çend caran balyozxaneya Rûsiyê li Şamê ji aliyê komên têrorîst va ketiye ber êrîşên bi topên hawanê; Lê welatên rojavayî li Konseya Ewlehiyê daxwazên hertimî yên Rûsiyê ji bo şermezarkirina van êrîşan red kiirne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên çete û têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi taybet Tirkiyê ji bo serûbinîkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokoarê Sûriyê dest pê bûye.