Pejirandina plana nû ya çêkirina bajarokan hevgavê çûyîna Trump nav koşka Sipî
Hevgavê çûyîna Donald Trump serokkomarê nû yê Emerîkayê nav koşka Sipî, Rejîma Siyonîstî plana çêkirina 2700 malên nû li avahiya siyonîstî ya Gûş Etsiyûnê li başûrê Beyt Lehmê pejirand.
Kursiya serokkomariya Emerîkayê roja înê 20 Çilla 2017an bo Donald Trump wek 45`emîn serokkomarê vî welatî hat sipartin.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, Rejîma Siyonîstî ji çend sietan berî niha merasima sondxwarinê ya Donald Trump dest bi bilindkirina alaya Emerîkayê li kolan û çarsiyên avahiya siyonîstî ya Gûş Etsiyonê kiribû.
Di eynî demê de, Binyamîn Netenyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li peyameke twîterî sondxwarina Donald Trump wek serokkomarê nû yê Emerîkayê pîroz kir.
Hin berpirsên Rejîma siyonîstî li bajaroka Gûş Etsiyonê tekez kirin bi kutabûna 8 salan serokkomariya Barak Obama, çêkirina 2700 malan li vê bajarokê destpê bûye.
Di eynî demê de, nunerên tundrew ên bajarokên siyonîstnişîn li Filistîna dagirbûyî bi maadebûna li mersima sondxawrinê ya Donald Trump li koşka sipî li benda cihhatina sozên hilbijartînê yên serokkomarê nû yê Emerîkayê li bara bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîstî li erdên adgirbûyî ne.
Eva yekim car e li dîroka pewendiyên Emerîka û Rejîma Siyonîstî serokkomarê nû yê Emerîkayê rêberên bajarokên siyonîstnişîn ên kêleak rojava ya çemê Urdinê bo beşdariya li mersiam nasandina xwe vedixwîne.
Piştgiriyên nemeşrût ên Emerîkayê ji Rejîma Siyonîstî, piştgiriya ji xebatên bajarokçêkirinê li kêleka rojava ya çemê Urdinê, ragihandina guhestina destxwe ya balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê, kivşkirina cihûyekî wek balyozê Emerîkayê li Telavîvê û bijartina cihûyekî wek nunerê Emerîkayê li muzakirên îsraîlî û filistîniyan ji wan siyasetên Trump in.