Çile 20, 2017 19:46 Asia/Tehran
  • Dê Mîstora: Em hêvî dikin muzakirên Astanê alîkarîyê bide misogerbûna agirbesê li Sûriyê

Şandiyê taybet ê NY bo Sûriyê hêvî kir muzakirêna Astanê bibin sedema zêdebûna hewldanên jibo misogerkirina agirbesê li vî welatî.

  Îstefan Dê Mîstora, şandiyê NY bo Sûriyê got: Em li bendê ne muzakirên Astanê bibe sedema  xurtbûna  hewldanên  jibo seqamgîrbûna  agirbesê li Sûriyê û tiştê ku xelkê li dû wê ne cih were.

 Wî li bara  vê eykê ku  gelo aliyên sûrî dikarin li van muzakiran  bi hev re gotûbêjê bikin û got : Em divê li bendê bimînin.  Rewşa muzakirên Astanê pir sar e û vê carê nikarin zûka  dev ji maseya muzakirê berdin.

Dewra axir a muzakirên Jinêvê navbera aliyên sûrî wextekê dawî bû ku  taxima  neyarên  ser bi Riyazê terka vê civînê da.

 Dê Mîstora got : Em hêvî dikin ev civîna  bibe sedema  pêngavên  jibo pêkanîna baweriyê navbera aliyên sûrî. Em niha  nikarin xatircem bibin ku gelo li vê civînê li bara  meselên  serayî meselên ewlehiyê an agirbesê biaxivin an na: Seqamgîrkirina  agirbesê an pêkanîna  mikanîzmekê jibo wê, destevteke  balkêş û giring  jibo gelê Sûriyê ye.