Cotmeh 26, 2016 08:27 Asia/Tehran
  • Hevserokê PYD`ê: Tirkîye jibo têkçûna dewleta Sûrîyê hewl dide

Hevserokê Partîya YÊketîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) got: Tirkîye jibo têkçûna dewleta Sûrîyê hemî rê û wesîleyan bikar tîne.

Salih Muslim hevserokê PYD`ê şeva buhurî li gotûbêja ligel rojnama Sefîr a Libnanê bal kişand ser piştgirîya Tirkîyê ji koma têrorîst a DAIŞ`ê jibo ku derbê li dewleta Sûrîyê û kurdan bide û got: Enqere hewl dide bi derxistina tam a kurdan ji deverên sînorî yên xwe ligel Sûrîyê û bi rêka guhertina pêkhateya nifûsa vê deverê, Sûrîyê û hemî Rojhilata Navînê tûşî kêşeyeke demdirêj bike.

Hevserokê PYD`ê li bara peywendîya Tirkîyê tev koma têrorîst a DAIŞ`ê jî got: Belgeyên vebirr li bara piştgirî û alîkarîya Tirkîyê jibo koma têrorîst a DAIş`ê bi merema derbelêdana li dewleta Sûrîyê û kurdan hene.

Belgeyên ku hevserokê PYD`ê behsa wan dike bi caran li mêdyayan hatine weşandinê nemze yên kirîna nifta DAIŞ`ê ji hêla Tirkîyê va, şandina sîleh û têrorîstan ji axa Tirkîyê bo têrorîstên nav axa Sûrîyê û vê dawîyê jî têrorîstekî DAIŞ`î li Kerkûkê hat girtinê ku îtraf kir ku Tirkîyê ew bi helekoptêrê gîhandine nêzîkî Kerkûkê.