Êrişên Îsraîlê li dijî Xezayê û komên berxwedana Filistînê bersiv da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i319592-Êrişên_Îsraîlê_li_dijî_xezayê_û_komên_berxwedana_filistînê_bersiv_da
Duh balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê gelek hedefên cuda li bakur û naverasta Xezayê bombebaran kirin. Di heman demê de komên berxwedanê yên filistînî bersiva van desdirêjiyan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2020 06:07 Asia/Tehran
  • Êrişên Îsraîlê li dijî Xezayê û komên berxwedana Filistînê bersiv da

Duh balafirên şer ên Rejîma Îsraîlê gelek hedefên cuda li bakur û naverasta Xezayê bombebaran kirin. Di heman demê de komên berxwedanê yên filistînî bersiva van desdirêjiyan da.

Li gorî çavkaniyên ji Xezayê, balafir û helîkopterên şer ên Rejîma Îsraîlê bi gelek moşekan deverên filistînî û zeviyên çandiniyê yên Xezayê bombebaran kirin, lê tu ziyanên canî çênebûn.

Di encama bombebaranê de gelek zirarên madî li malên flistîniyan ketin.

Odeya hevbeş a Komên Berxwedana Filistînê jî di bersiva van êrişên Rejîma Siyonîstî de gelek moşek avêtin avahiyên Îsraîlê yên li nêzî Xezayê yên Sderot, Eshkol û herêmên din ji Neqeba Rojava.

Rojnameya Yedioth Aharonot da zanîn ku gelek moşek ji Xezayê ve ber bi Sderot û herêmên Shaar Hanegev ve hatin avêtin û pergala parastinê êriş têk birin. Rojnameyê bi bîr xist ku ji moşekên ji Xezayê ve hatine avêtin yek li ser rêya giştî li hundirê Kibbutz a li bakurê Xezayê ket, lê tu ziyanên canî çênebûn, tenê zirar gihaşt gelek avahiyên hundirê Shaar Hanegevê.

Artêşa Rejîma Îsraîlê îdia kir ku 13 moşek ji Xezayê ve hatin avêtin û pergala parastinê 8 moşek têk birin, di heman demê de moşekên din li cihên vala ketin.