Nîsan 04, 2020 08:11 Asia/Tehran
  • Êrîşên Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ser Yemenê didomin / 19 êrîş di 24 saetan da

Kanala Mesîreya Yemenê Îniyê bi şev ragihand ku Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî di 24 saetên bihurî da 19 caran êrîşî ser vî welatî kirine.

Li gorî rapora IRNAyê, kanala Mesîreyê ragihand ku parêzgehên Seide, Cuf, Mareb, Umran û Heceyê ketine ber êrîşa firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî.

Li gorî ragihandina kanala Mesîreyê di van êrîşan da sê welatiyên sivîl hatine kuştin û birrek jî birîndar bûne.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.