Sibat 15, 2020 10:07 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa Amerîkayê de 10 sivîlên efgan hatin kuştinê

Di encama êrişa hewayî ya Amerîkayê ser 2 maşînan li wilayeta Nengerharê li rojhilata Efganistanê de 10 kes hatin kuştinê.

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku di encama êrişa hewayî ya Amerîkayê ser 2 maşînan li wilayeta Nengerharê li rojhilata Efganistanê de 10 kes ku hemî sivîl bûn, hatin kuştinê.

Etaullah Xogîyanî Berdevkê Walîtîya Nengerharê êrişa leşekrên amerîkî ser wan 2 maşînan li şarê Sorxrûdê ser bi wê wilayetê erê kir.

Di çend rojên buhurî de xelkên wilayetên Belx, Qundûz û Zabolê bi nîşana nerazîbûna himberî cinayetên leşkerên amerîkî dest bi xwenîşandanê kirine.

Dewama êrişên Amerîkayê ser deverên xelknişîn li Efganistanê herwiha bûye sedema hêrsbûna parlimanter, kesayetîyên sîyasî û mezhebî û gelê vî welatî.

Ligorî rapora Fermandetîya Artêşa Amerîkayê, leşkerên amerîkî di sala 2018`ê de zêde ji 2 hezar û 200 bombe û mûşek li Efganistanê avêtine ku anegorî salên buhurî gellekî zêde bûye.