Tebax 15, 2019 18:00 Asia/Tehran
  • Firokeya bêfirokevan a sîxoriyê ya Siyonîstan li bakurê Xezeyê hat jordaxistin

Çavkaniyên filistînî qala jordaxistina firokeyeka bêfirokevan a sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst ji aliyê Hêzên Berxwedanê va li bakurê Xezeyê kirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Hêzên Berxwedanê êvara Çarşemiyê ev firokeya bêfirokevan a sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst li esmanê Beyt Lahiyayê li bakurê Zîvala Xezeyê jorda xistin.

Firokeyeka bêfirokevan a Rêjîma Siyonîst jî di 2`yê Tebaxê de li bakurê Zîvala Xezeyê bi destê hêzên Berxwedanê hatibû jordaxistin.

Firokeyên bêfirokevan û firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst her tim êrîşî ser vê navçeyê dikin.