Dadgeha Rejîma Siyonîstî hukmê girêdana Babulrehme derxist
Dadgeha Rejîma Siyonîstî îro yekşemê li hukmekê fermana girêdana Babulrehme li rojhilata Mescidul-Eqsayê derxist.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Yûsif Edyîs wezîrê Ewqaf û karûbarên dînî yê Filistînê bal kişande ser girêdana Babul-Rehmeyê ji aliyê Rejîma Siyonîstî û ev yeka neqanûnî daye zanîn û got: Girêdana Babul-Rehmeyê dibe sebeba zêdebûna êrişa siyonîstan ser filistîniyan û mescidul-Eqsayê.
Yûsif Edyîs ji civata cîhanî xwest ku pêsparteya xwe li hemberî Mescidul-Eqsayê cih bînin ji ber ku Mescidul-Eqsa yek ji navendên dînî û dîrokî yê Misilmanan û Filistîniyan e.
Komîta mêrata çandî ya saziya perwerdehî, zanistî û çandî yê UNESCO`yê mudehek berî niha bi 10 reyên erênî, 8 reyên bêla û 2 reyên neyar pejirand ku Mescidul Eqsa bajarekî pîroze û yê misilmanan e.
gêre û kêşeyên li ser Babul-Rehmeyê piştî vê yekê zêde bûn ku rejîma Siyonîstî 17 sibata bihurî ev deriya bi qufl û zincîran girêda.