Çile 14, 2019 16:43 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna zarokê Filistînî li Bakurê Xezeyê

Zarokekî filistînî ku bi derba gulleya çekdarên siyonîst li meşa Mafê Vegeriyanê birîndar bûbû, ji ber giranbûna birînan şehîd bû.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê îro anku Duşemiyê ragihand: Ebdulreûf Îsmaîl Salihe zarokê filistînî ji rûniştiyên Cebalyayê li bakurê Zîvala Xezeyê di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên meşa Mafê Vegeriyanê ya Îniya vê dawiyê birîndar bûb.

Roja Yekşemiyê jî Enwer Mihemed Qedîh ciwanê filistînî yê rûniştiyê bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê ku li meşa Mafê Vegeriyanê bi derba gulleya çekdarên israîlî birîndar bûbû, şehîd bû.

Meşa Mezin a Mafê Vegerê ji 30ê Adara bihurî va dest pê bûye, ji aliyekî va bibîrxistina dîrokî û agahîder bo raya giştî li bara dagirkervbûna Rêjîma Israîlê bûye û jin aliyekî va pêgiriyek li ser pênase û xuyê Cinayetkarbûnê ya Rêjîma Israîlê ye.

Meşa filsitîniyan li salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst li warê desteserkirina erdên filsitîniyan di roja 30ê Adara sala 1976an da bi bîr dixe ku her salê tê lidarxistin.

Rêjîma Israîlê bi desteserkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têda dil heye nijyar û tevna cuxrafiyaya navçeyên filsitînî biguherîne û siyonîstan li van deveran bi cih bike dfa ku serdestîxwaziya xwe li erdên filistîniyan xurt bike.