Çile 08, 2019 17:28 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Hindûstanê li ser berfirehkirina peywendiyên bazirganiyê bi Îranê re

Wezîrê mişêwir ê li karûbarên derve yê Hindûstanê li ser berfirehkirina peywendiyên bazirganiyê yên bi Komara Îslamî ya Îranê re pêgîrî kir.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB News`ê ji Dêhliya Nû, Wîcay Komar Sîng, bal kişand ser kevnarbûna peywendiyên di navbera Dêhliya Nû û Têhranê de û got: Derfeteka mezin ji bo berfirehkirina peywendiyên bazirganiyê yên bi Îranê re hene.

Wî herwiha got: Îran ji bo Hindûstanê tenê şirîkeka ticarî nîne belki cînarek e ku me pê re hevkariyên ewlehiyê hene û em dikarin bi hev re di warê aboriyê de hevkariyê zav bikin.

Nirxa bazirganiya dualî ya di navbera her du welatan de di sala 2018`an de 14 mîlyar dolar hatiye ragihandin.