Kanûn 08, 2018 15:59 Asia/Tehran
  • Lihevkirina alîyên yemenî derheq 5 mêhwerên sereke li muzakieyên Swêdê

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê li muzakirên Swêdê got: Alîyên pişkdarê muzakiran lihev kirin ku giranîya bala xwe bidin ser 5 mêhwerên sereke.

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê li muzakirên Swêdê Evdilmelik Ucerî got: Alîyên pişkdarê muzakiran lihev kirin ku giranîya bala xwe bidin ser 5 mêhwerên sereke. Ew 5 mêhwer ev in: Mêhwerên sîyasî, balafirgeha Senayê, pêngav û sîyasetên aborî û alîkarîyên mirovdostîyê û mijara êxsîran.

Evdilmelik Ucerî herwiha bal kişand ser meyla Tevgera Ensarullaha Yemenê ji bo çareserkirina giştî ya dosîya êxsîr û girtîyan û ragihand ku alîyên pişkdarê muzakirê têkildarî veghortina lîsteya êxsîran lihev kirin.

Endamê Desteya Senayê Evdilqadir Mirteza jî li hevpeyvîna digel kanala Al Mayadeenê bal kişand ser hilkolandina cihanîna peymana veghortina êxsîran digel desteya NY û got: Me digel NY û Xaça Sor derbarê pêkanîna koma meydanî ya hevpar ji bo peydakirina meytên kuştîyan de gotûbêj kir.

Hevgavê vê yekê Kongira Seranserî ya Gelanî ya Yemenê jî di daxûyanîyekê da muzakira alîyên yemenî li Swêdê derfeteke guncav ji bo kêmkirina êş û derdên gelê vî welatî yên ji ber zorbêjî û dorpêçê bi nav kir.

Çaremîn dewra muzakirên Aştîya Yemenê ji 6`ê Kanûnê va bi pişkdarîya alîyên yemenî digel Nunerê Tabet ê NY Martîn Girîfîts li Stokholma Swêdê destpê bûye.