Kanûn 08, 2018 08:35 Asia/Tehran
  • Xwenîşanadana Mafê Vegerê didome, 33 filistînî birîndar bûn

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa leşkerên Sîyonîst ser pişkdarên xwenîşandana Mafê Vegerê di 37`emîn înîyê li Zîvala Gezzê da, 33 filistînî birîndar bûn.

Li gorî rapora Kanala Al Alamê, xwenîşandana Mafê Vegerê duh wekî înîya 37`em ser navê Serhildana Mezin a Kêvir li Zîvala Gezzê hat lidarxistinê ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser xwenîşanderan da 33 filistînî birîndar bûn.

Xwenîşandana biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`ê Adarê va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û duh jî wekî înîya 37`em hat lidarxistin.

Ji destpêka vê xwenîşandanê ve heta niha di encama êrişên leşkerên Sîyonîst ser xwenîşanderên filistînî da 247 filistînî şehîd û zêde ji 25 hezar kes jî birîndar bûne.