El Vifaqa Behrêynê: Dewleta nû ya Behrêynê tûşî tawana gendeliyê ye
Civata Vifaqa Neteweyî ya Îslamî (El Vifaq) a Behrêynê ragihand: Dewleta nû ya behrêynê di rastiyê da heman versiyona dewletên berê ye ku tûşî tawanên weke gendeliyê ye.
Paşayê Behrêynê roja bihurî anku Çarşemiyê damezirandina dewleta nû bi tevlîbûna tenê 3 wezîrên nû, lê bi heman serokwezîrê hertimî ragihand.
Li gorî rapora IRNAyê, Civata Vifaqa Neteweyî ya Îslamî (El Vifaq) a Behrêynê roja Pêncşemiyê bi daxûyanyekê ragihand: Kabîneya nû ya Behrêynê guhertinên gellek kêm hebûye û ji hêla teşe û têgehê va ji dema damezirandina vî welatî va heta niha tu cîbicîkirinek tunebûye.
Civata Vifaqa Neteweyî ya Îslamî (El Vifaq) a Behrêynê her wiha ragihand: Vê hilbijartinê careka din selimand ku Rêjîma Alê Xelîfe bêyî stratijî û bernameyekê derbarê rêvebirina welêt tevdigere û nikare Behrêynê ji hêla abûrî û siyasî va b rê ve bibe.
Hilbijartina Parlimanî û şaredariyên Behrêynê vê dawiyê li halekî hat lidarxistin ku gellek kom û partiyan ev hilbijartina nimayîşî û sexte boykot kirin.
Behrêyn ji 14ê Sbata 2011an va bûye qada serhildanan gelanî dijî Rêjîma Alê Xelîfe; Gelê behrêynê daxawza azadîiyê, pêkhatina dadmendî û wêdaçûna cihêkariyê û desthilatdarbûna dewleteka bijartî ji aliyê gel va û azadkirina zindaniyên siyasî yên welatê xwe dikin.