Hevgavê muzakirên aşitiyê, êrişên berfireh ên balefirên cengê yên siûdî ser Hudeydê
Balefirên cengê yên Rejîma Siûdî hevgavê lidarxistina muzakirên aşitiyê li welatê Swêdê, navçên curbicur ên parêzgeha Hudeydê bombebaran kirin.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Mehr News`ê, û ji zarê El-Mesîrê, balefirên cengê yên siûdî navçên Xezariyê û El-Derîhmî li Hudeydê bi tundî dan ber êrişên hewayî.
Li gorî vê raporê, li encama van êrişna hejmarek ji welatiyên yemenî hatin kuştin an birîndar bûn.
Her wiha eskerên destdirêjirê siûdî, gundên bajarê sînorî yê Razehê li parzêgeha Sedê ya Yemenê dan ber êrişên mûşekî û topxaneyî.
Destdirêjiya siûdiyan li halekî ye ku dewra teze ya ya muzakirên aşitiya Yemenê biryar e roja Pêncşemiyê li Ostokholma payetexta Swêdê werin lidarxistin, gotûbêjên siyasî bona çareserkirina qeyrana Yemenê heya niha ji ber mudaxila Erebsitana siûdî û hevpeymanên wê rastî işkestê hatiye.