Xwenîşandana gelê Behreynê bona dijberiya li hember normalkirina peywedniyan bi Rejîma Siyonîstî re
Mijdar 09, 2018 19:37 Asia/Tehran
Gelê Behreynê îro bona dijberiya li hember normalkirina peywedniyan bi Rejîma Siyonîstî re û dayîna hikmê hewsa hetahetayî bo sekreterê giştî yê civata neteweyî-îslamî ya El-Wifaqê derketin kolan û çarsiyan.
Welatiyên behreynî îro înê li Menamê û cihên din ên vî welatî bi nîşana hevgirtina bi şêx Elî Selman sekreterê giştî yê civata neteweyî-îslamî ya El-Wifaqê û dijberiya li hemberî normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re, xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora kanala 14 Sibatê, li daxuyaniyekê piştgirî dabûn deweta aliman bona lidarxistina xwenîşandana `Îniya Hêrsbûnê` bona dijberiya li hemberî normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re û protestokirina birîna hikmê zalimane ya li dijî şêx Elî Selman.