Mijdar 09, 2018 14:03 Asia/Tehran
  • Zarokek 10 salî bû goriyê dorpêçkirina Hudeydeyê li Yemenê

Sandoqa Zarokanya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) şeva çûyî ragihand ku zarokekî 10 salî yê yemenî ji ber birçîbûnê ku di encama dorpêçkirina bendera Hudeydeyê û berdewamiya şêr de pêk hatiye jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya Fars Newsê, UNICEFê ragihand weznê zarokê 10 salî yê yemenî bi navê Adem ji ber birçîbûnê û xwereka nebaş gihêştibû 10 Kg û ev rewşa bû sedem ku ew jiyana xwe ji dest bide.

UNICEFê herwiha diyar kir ku her niha 400 hezar zarok di rewşa Adem de ne û herdem muhtemel e ku ew jî jiyana xwe ji dest bidin û ji bilî vê yekê derdora 11 milyon zarokên yemenî hewcedarê alîkariyên mirovdostiyê ne.

Li vê navberê de nûnerê sekreterê giştî yê NY, Martin Griffiths diyar kir muzakireyên aştiyê yên Yemenê ku biryar bû heya dawiya vê mehê bi rê kevin dîsa paşda ketiye.

Gotbêjên aştiyê li Yemenê herdem ji ber astengî û berbendên ku rejîma siûdî çê dike bê encam kuta dibin.