Mijdar 07, 2018 16:10 Asia/Tehran
  • Mihemedelî Hûsî: Amerîkî bi piştgirîya ji hevalbendîya zorbêjên Seûdî dibin sedema kuştina yemenîyan

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê got: Amerîkî bi piştgirîya ji hevalbendîya zorbêjên Seûdî dibin sedema kuştina yemenîyan.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê, Mihemedelî Hûsî derbarê ciddînebûna alîyên şêrr li Yeemnê ji bo kutakirina pevçûnan got: Amerîka, Ingilîs û Fransa û nêzî 17 welatên din di 5 hezar babetên binpêkirina mafên mirovan li Yemenê da pişkldar bûne.

Hûsî bal kişand ser mezlûmbûna gelê Yemenê û pêgirî kir ku Erebistan, Imarat û Amerîka û hevpeymann wan nikarin şerê dijî gelê Yemenê ser xêra xwe kuta bikin.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê berî vîya jî ragihandibû ku NY derheq 5 hezar babetên binpêkirina mafên mirovan ji hêla hevalbendîya amerîkî-seûdî -imaratî û hevpeymanên wan li Yemenê mukur hatibû. Wî xwestibû ku ji ber vê yekê komîteyên navnetewî yên lêkolînê bi armanca hilkolandina cinayetên welatên endamê Hevalbendîya Seûdî li Yemenî bên pêkanînê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo vê dawîyê piştî şerê 44 mehî yê hevalbendîya zorbêj a Seûdî li Yemenê, xwest ku êrişên hêzên hevalbendîya Seûdî li Yemenê werin kutakirinê.