Cotmeh 11, 2018 10:40 Asia/Tehran
  • Civîna li ber balyuzxaneya Erebistanê li Amerîkayê ji bo Xaçiqcî

Xabatkar û aktîvîstên warê medya û mafên mirovan duh li Waşîngtonê li ber balyuzxana Erebistana Siûdî civiyan û ji ber windabûna nivîskar û rojnamevanê dijberê rejîma Siûdî, Cemal Xaçiqcî nerazîbûna xwe dan diyarkirin.

Kanala Al-Jazeera ya Qeterê ragihand ku gelek ji xabatkar û aktîvîstên warê medya û mafên mirovan duh li Waşîngtonê li ber balyuzxana Erebistana Siûdî civiyan û ji ber windabûna nivîskar û rojnamevanê dijberê rejîma Siûdî, Cemal Xaçiqcî nerazîbûna xwe dan diyarkirin û xwestin ku bila qeder û çarenivîsa wî were zelalkirin.

Xabatkar û aktîvîstên warê medya û mafên mirovan bi rakirina plakardan û nivîsarên wekî ``Cemal Xaşiqcî li kû ye?`` û ``Xaiqcî miriye an saxe?`` reşikên welîehdê siûdî Muhemed bin Selman ku xwîn jê dilop dikir şewitandin.

Xebatkarekî beşdarê vê civînê got ku eva rojnemevanên rastînin ku rastiyê ji me re eyan dikin ku Xaçiqcî jî yek ji van rojnamevanên hêja ye.

 Nivîskar û rojnamevanê dijberê rejîma Siûdî, Cemal Xaçiqcî li duyê Cotmehê ji bo qeydkirina belgeyên zewaca xwe çû konsolxana Erebistanê li Stenbolê, lê jê der neket û tê gotin ev rojnamevan bi destê rayedarên rejîma Siûdî hatiye kuştin, çûnku nav wê di nav lîsteya reş a vê rejîmê ji bo girtinê cih girtibû.