Îlon 16, 2018 16:22 Asia/Tehran
  •  Wezareta karên derve ya Filistînê: Cinyetên siyonîstan weke cinayeta cengê ye

Wezareta karên derve ya Filistînê, şehadeta zarokên filistînî bi destê eskerên Rejîma dagirkirê Qudsê, wek cinayeta cengê bi nav kir.

 Wezareta Karên derve ya Filistînê, bal kişand ser şehadeta Şadî Ebdulal,  nûgîhaya 12 salî ya filistînî li xwenîşandana mafê vegeryanê ya îniya buhurî û  raghand ku fîlma weşandî ya ji dema şehadeta vî nûgîhaya filistînî nîşan dide ku kiryara Îsraîlê cinayeteke cengê bûye. Nabe civaka cîhanî ji bo şermezarkirina  vê kiryarê sistiyê bike û divê helwesteke  vebirr û micid bona rawestana li ber cinayetên Îsraîlê were girtin.

 Wezareta Karên derve ya Filistînê û Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê vê rejîmê berpirsê rasterast û sereke yê  van cinayetan da zanîn û destnîşan kir ku dê cinayetên Îsraîlê dê ji dîwana  navneteweyî ya cizakirinê re reghîne.

Xwenîşandana  mafê vegeryanê ji 30 Adara 2018`an bona  sekinîna  ser mafê vegeryana  awareyên filistînî û  têkbirina dorpêça zîvala Gazayê bi beşdariya  welatiyên filistînî li zîvala  sînorî ya vê navçê û erdên dagirbûyî destpê bû û tim didome. Heya niha zêde ji 180 filsitînî li xwenîşandana  mafê vegeryanê bi derba gulleyên  eskerên Rejîma Siyonîstî şehîd bûn ku ji vê hejmarê 28 kes zarok û nûgîhan in.