Nerazîbûna gelê Behreynê li hember sersariya Rejîma Alê Xelîfe li bara rewşa dermanî ya zindaniyan
Glê Behreynê bi lidarxistina xwenîşandanekê li dijî sersariya Rejîma Alê Xelîfe li bara rewşa dermanî û pizîşkiyê ya zindaniyên siyasî, xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, xwenîşanderan bi bilindkirina hin nivîsaran, daxwaza azadiya bi zûtirkê ya zindaniyên siyasî kirin.
Xwenîşanderan her wiha bona piştgiriya ji Şêx Îsa Qasim, rûhaniyê pilebilind ê behreynî slogan avêtin.
Rejîma Alê Xelîfe ji nêzîkî du salan berî niha ve, mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim, alimê pilebilind ê Beheynê bi tawana pûç îbtal kirine û navça Dorazê cihê jiyana wî dorpêç kirine.
Li gorî raporan, hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe îro îniyê jî bo 180 mîn heftiya li dû hev dorpêça ewlehiyê ya navça Dorazê û mala şêx Îsa Qasim domandine û pêşiya lidarxistian nimêja îniyê ya şîeyên Behreynê girtin.
, Behreyn ji sibata 2011`an ve meydana inqilaba gelanî li dijî nizama Alê Xelîfe ye.Gelê Behreynê daxwaza azadî, damezrandina edaletê û jinavbirina tebîz û duberekiyê û damezrîna dewleteke bijarte û azadiya zindaniyên siaysî yên welatê xwe dikin.