Tîrmeh 13, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Li navenda propagendeya hilbijartinê ya berendamekî li Pakistanê teqîn qewimî

Di encama teqîna bombekê li navenda propagendeya hilbijartinê ya berendamekî li eyaleta Xêyber Pextûnxuwayê li bakûrê rojavaya Pakistanê de herîklêm 4 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Îslamabadê, ev bombeya sibeha îro îniyê li ser rêya karewana propagendeya hilbijartinê ya Ekrem Xan Durranî, berendamê hevalbendiya siyasî- mezhebî ya Meclisa Mutehide ya Emel ya nêzîkî bajarê Bennûnê li eyaleta Xêyber Pextûnxuwayê ya Pakistanê teqiya ku di encama wê de 14 kesên din jî birîndr bûne.

Polîsê Pakistanê ragihand: Ekrem Xan Durranî ku ber bi civîna hilbijartinê ve diçû, bû armanc lê derbelê neket.

Du rojan berî niha jî di encama êrişa terorîstî ya ser civîna Partya Netewî ya Ewamî de, Harûn Bellûr, berendamê vê partiyê, li bajarê Pîşawerê navenda vê eyaletê hate kuştin. Di encama vê bûyerê de 22 kes hatin kuştin û 65 kes jî birîndar bûn.