Dewleta nû ya Urdinê hat nasandin
Heftiyekê piştî wêdebirina dewleta Urdinê piştî nerzîbûnên seranserî li hember planên reformên aborî yên dewletê, endamên kabîna nû hatin nasandinê.
Li gorî nvîsîana rojnama El-Qedê ya Urdinê, paşayê vî welatî îro pêncşemiyê li hikmekê fermana damezrandina dewleta nû bi serokatiya Umer El-Rezaz daye. Li gorî vê raporê, şêwirînên wî ji bo endamên kabînê dawî bûye û dewleta nû îro dê sondê bixwe.
Li kabîna 28 kesî ya nû dê Recayî ya El-Me`şer, wek alîkarê serokwezîr, Îmên El-Sefdî wek wezîrê karên derve û Semîr El-Mebîzîn wek wezîrê karên hundir werin bijartin.
Neramiyên li Urdinê heftiya buhurî û piştî wê destpê bû ku dewletê buhaya ardûyê jorde bir û raghand ku qanûna nû ya sermalê cih bîne.
Nerazîbûnên hanê bûne sedema sernixûnbûna dewleta Hanî El-Melqî serokwezîrê Urdinê. Nearamî piştî soza El-Rezaz serokwezîrê nû ji bo îbtalkirina qanûna sermalê mat bûne.
Ji aliyê din ve hatiye raghandin ku Erebistan, Kuyweyt û Îmarat jibo raberkirina 2.5 milyar dularî alîkariyên aborî bo Urdinê ji bo derbasbûna ji pirsgirêkên aborî li hev kirine.
El-Rezazê 58 salî ku xwendina xwe li zanîngeha Harwardê qedandiye, karzanê aborî yê berê yê banka cîhanî, wezîrê hîndekariyê yê berê yê Urdinê û serokê berê yê konseya rêveberiya banka navendî ya vî welatî bûye li bara qanûna sermalê ya nû gotiye ku pêşnumaya reberbûyî baş nehatiye hilkolandin û dê cardinê were hilkolandin.