Hezîran 14, 2018 14:23 Asia/Tehran
  • Biryarnama pişgiriya ji Filistînê bi piraniya dengan li Civata giştî ya NY

Biryarnama piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê bi piraniya dengan li Civata giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) hate pejirandin ku li vê biryarnamê cinayetên Rejîma Siyonîstî derheq gelê Filistînê jî şermezar bûbne.

Li gor rapora IRIB Newsê, Biryarnama piştevaniya ji gelê mezlûm ê Filistînê duh çarşemê li civîna awarte ya Civata giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî kete rojevê û bi 120 dengên erê, 8 dengên na û 45 dengên bêla hate pejirandin.

Li vê biryarnama piştevaniya ji gelê Filistînê li Civata giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî herwisa cinayetên Rejîma Siyonîstî derheq gelê Filistînê hatin şermezarkirin.

Eva li halekê ye ku Amerîka carek din xebitî biryarnameyeke dijî berxwedana Filistînê (HEMAS) bide ku ev biryara Amerîka jî rastî işkestê hat.

Pêşnivîsa dijî Hemasê ya Amerîka bi 62 dengên erê, 48 dengên na û 42 dengên bêla nekarî para pirtire dengan bîne dest û bi vê qirarê carek din siyasetên dijî filistînî yên Amerîka li Rêxistina Netewên Yekgirtî rastî işkestê hat.