Teşkîlata xweîadrekir a Filistînê li dijî Nêtanyahû û Trump li dadgeha navneteweyî doz vekir
Çavkaniyên filistînî li bara reberkirina doza fermî ya dewleta Filistînê bo Dîwana navneteweyî ya cizayê li Lahê(ICC û hilkolandina kiryarên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîstî ji aliyê vê saziya navneteweyî agahî dan.
Li gorî rapora Qudsenayê, Salih Refet, endamê pilebilind ê Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê îro li çend rojên tê Riyaz Malikî wezîrê karên derve yê Filistînê dê sefera Lahaya Holendayê bike da ku li dijî Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Îsraîlê û Avîgdor Lîbêrmen wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî dozê veke.
Refet her wiha got: Her wiha dê dozekê li dijî biryara vê dawiyê ya Trump li bara Qudsê li dîwana navneteweyî ya dadweriyê li Lahê veke ji ber ku ev biryara li dijî qanûn û biryarnameyên navneteweyî ye.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê 6 kanûna 2017an Quds weke paytexta Rejîma Siyonîstî raghand.