Sibat 15, 2018 19:08 Asia/Tehran
  • Pêşewaziya manedar a wezîrê karên derve yê Lubnanê ji hevtayê emerîkî

Reutersê raghand: Pêşewaziya ji wezîrê karên derve yê Emerîkayê li koşka serokkomariya Lubnanê dervey urfa dîplomatîk bûye.

 Li gorî rapora IRNAyê, Reuters'ê bal kişand ser pêşewaziya  manedar a  Cebran Basîl wezîrê karên derve yê Lubnanê ji Rêks Tîlêrson hevtayê emerîkî û nivîsî: "Wezîrê karên derev yê Emerîkayê çend deyqan li koşka  serokkomariya Lubnanê  li bendê ma da ku wezîrê karên derve yê Lubnanê ji bo pêşewaziya wî were".

 Tîlêrson  di dewama  sefera xwe ya navçeyî îro pênşemiyê gihêşt Beyrûtê da ku bi rayedarên lubnanî re hevdîtinê pêk bîne.

Wî beriya  Lubnanê, sefera Misr, Urdin û Kuweytê kir û biryar e li dawiya  hevdîtina xwe ya  kurt li Lubnanê berê xwe bide Tirkiyê.

 Reutersê her wiha raghand: "Televîzyonê  wêneyên  Tîlêrson  nîşan  didan li halekê ku ew li bendê bû  Basîl ji bo pêşewaziya  ji wî here nava hola teşebusatê  ya koşka  serokkomariya Lubnanê  û wezîrê karên derve yê  Lubnanê jî piştî çend deyqan  hat hundirê holê û est da hevtayê xwe yê emerîkî ".

 Tîlêrson  ku rasterat ji balefirgeha  navneteweyî ya  Beyrûtê  derbsî  koşka Serokkomariya  Lubnanê bibû piştî dest dana tev  Basîl çû cem Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê ku bi wî re gotûbêjê bike.

 Reuters'ê nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Lubnanê   nexwest ku pêşewaziya hevtayê xwe yê emerîkî li ber deriyê koşka serokkomariyê bike".

 Nivîsgeha srokkomariya Lubnanê her cure  binpêkirina teşebusata dîplomtîk red kir .

 Refîq Şelale, serokê nivîsgeha medyayî ya  serokkomariya Lubnanê got: "Wezîrê karên derve yê Emerîkayê çend deyqan zûtir ji wextê  gihêştibû û hevdîtin li dema qirarkirî hat lidarxistin".