Daxwaza serokkomarê Lubnanê ji bo girtina pêşiya destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî ser Lubnanê
Wezîrê karên derve yê Emerîkayê dema gihêşt Lubnanê, tev Mîşêl Ewn, serokkomarê vî welatî li koşka Beibedayê hevdîtin pêk anî. Ewn li vê hevdîtinê got: Rejîma Siyonîstî destdirêjiyên xwe ser Lubnanê didomîne û divê Emerîka pêşiya vê rewşê bigre.
Li gorî rapora Fara News'ê, serokkomarê Lubnanê her wiha got: "Divê Emerîka pêşiya destdirêjiya Îsraîlê ser hakimiyeta bejahî, deryayî û hewayî ya Lubnanê bigre û Telavîvê neçar bike ku biryarnama 1701 ê cih bîne. Em ji NY û civaka nvanetweyî dixwezin ku li vê barê roleke çalaken hebe".
Li vê hevdîtinê EWn ji Tîlêrson re got: "Em ser ewlehî û aramiya li sînorên başûrî disekinin û me dilê şêr bi tu kesî re tine".
Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Emerîkayê di dewama sefera xwe ya navçeyî ya pêncrojî îro gihêşt Lubnanê û beriya sefera Lubnanê sefera Misrê, Kuweyt û Urdinê ki û tev rayedarên van welatana civiya.