Federîka Mogêrîniyê ser dewama rawestana li ber DAIŞ`ê sekinî
Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê bi weşandian peyamekê li Twîterê ser hewldana vê saziyê ji bo rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê sekinî.
Li gorî rapora Fars Newsê, li peyama Fedrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya YE hatiye: Li civîna Koweytê, Yekitiya Ewrûpayê ser berpirsiyariya xwe li warê piştgiriya ji navçên azadbûyî li Sûriyê û Iraqê sekiniye.
Civîna sê rojî ya avedankirina Iraqê roja duşemiyê li halekê li Kuweytê xebata xwe destpê kir ku hîn hejmareke zêde ji welatiyên iraqî li cihên curbicure vî welatî ji dûhatên dagirkirina welatê xwe ji aliyê DAIŞ`ê îza dibin û gelek hêviya wan bi vê civînê hene.
Ev civîna bi beşdariya karzanên pilebilind û beşdariya rêveberê giştî yê sindûqa geşatiya aborî û erebî ya Kuweytê, hejmarek ji kesayetiyên iraqî ji wan serokê sindûqa avedankirina navçên şerlêxistî yên vî welatî destpê bû.
Ev civîna bo mideha sê rojan tê li dar xistin û zêde ji 70 taxim ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê û rêxistinên navneteweyî û navçeyî têde beşadr bûne.
Serokatiya vê civîna pênc alî ji Kuweyt, Iraq, Yekitiya Ewrûpayê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û banka cîhanî girtine istûyê xwe.