Sibat 13, 2018 16:23 Asia/Tehran
  •  Ji par ve bi dehan nexweşên filistînî li Gazayê can dane

Saziyên hiqûqî yên filistînî raghandin ku 54 nexweşên filistînî yên rûniştiyê zîvala Gazayê par ji ber dijberiya Rejîma Siyonîstî li hember şandina wan bo derve ji bo dermankirinê, canê xwe ji dest dane.

 Li gorî rapora  navenda raghandinê ya Filistînê, saziyên  hiqûqî yên  filistînî ji wan navenda  mafên mirovan a Mîzanê û Civata pizîşkiyê ya Filistînê ya Ewnê di daxûyaniyeka hevpar de destnîşan kir ku hejmara  cewazên ku  Rejîma Siyonîstî ji sala 2006an  jibo şandina  nexweşên  rûniştiyê zîvala Gazayê ji bo dermankirinê şandiye derve, kêm bûne.

  Van saziyên  hiqûqî yên filistînî raghandin ku nedayînê îzna şandian  nexweşan bo derve û  girêdana berdewama  derbasgeha sînorî ay Refehê bûye sedema  giranbûna  êş û kulên  xelkê zîvala Gazayê.

 Rejîma Siyonîstî ji sala 2006`an  zîvala Gazayê dorpêç kiriye.

 Zîvala Gazayê 7 derbasgehên xwe hene ku 6 derbasgeh, di kontrola tam a Rejîma Siyonîstî de ne. Derbasgeha  Refehê jî piştî hewahengiya  ewlehiyê ya Misrê tev Rejîma Siyonîstî ji bo xelkê Gazayê tê vekirin.