Çile 12, 2018 15:43 Asia/Tehran
  •  Sed Herîrî: Hizbullah endameke dewleta Libnanê ye

Sed Herîrî serokwezîrê Libnanê diyar kir: Beşdariya Hizbullahê li dewleta Lubnanê bûye sedema aramî û ewlehiya siyasî li vî welatî.

 Serokwezîrê Libnanê li gotûbêja bi rojnama  emerîkî ya  Wall Street Journalê re diyar kir: Qet li dû rawestana li ber hizbullaha libnanê nîne.

 Sed Herîrî destnîşan kir: Hizbullah endameke dewleta Libnanê ye û li teşkîlata dewleta vî welatî, hemî partî beşdar in û armanca sereke, cihhatina ewlehiya siyasî û yekitiya li Lubnanê ye.

 Serokwezîrê Libnanê her wiha diyar kir: Hewl dide welatê xwe ji pirsgirêka navbera Erebistana siûdî û Îranê dûr bixe.

 Sed Herîrî ku li gor  sinaryoya siûdiyan bi awayekî berwext li 4 MIjdarê neçar bibû ji posta serokwezîriya Libnanê îstifa bike li vê gotûbêja hûrgiliyên  mayîna xwe li Erebistanê nexist rojevê û tenê îdia kir: Erebistana siûdî rasterst li karûbarên  siyasî yên libnanê mudaxile nekiriye.

 Piraniya rayedarên  libnanî ser vê bawerê bûn îstifaya  nişkêveyî ya Herîrî, bin zexta Erebistanê û bi armanca  derbelêxistina  li Hizbullaha Lubnanê cih hat.

 Di eynî de  serê axir piştî 20 rojan, Sed herîrî vegerya Libnanê û îstifaya xwe ya  neqanûnî zivirand.