Îlon 12, 2017 19:30 Asia/Tehran
  • Dewama dijayetiyên li hemberî seredana serokwezîrê Rejîma Siyonîst bo Arjantînê

Berpirsekî warê Mafên Mirovan ê Arjantînê û xwediyê xelata Aştiyê ya Nobêlê, dijî sefera serokwezîrê Rejîma Siyonîst ya Arjantînê derket.

li gorî rapora Telesor`ê, Adolofo Prêz Skîbal, berpirsekî warê mafên mirovan ê Arjantînê, sefera Benyamîn Netaniyahu, bo Arjantînê rexne kir û destnîşa kir, Serokwezîrê Îsraîlê, li Dîwana Navneteweyî ya Cezayan, tawanbar e ku dijî mirovantiyê cinayet cih anîne û sivîlan dikuje û herwiha dibistan, nexweşxane û mizgevtên filistîniyan dide ber bombeyan û divê were mehkemekirin.

Vî berpirsê warê mafên mirovan ê Arjantînê, dewleta Maorîsiyo Mukrî, serokkomarê Arjantînê, jiber mazûvaniya ji Ntanyaho rexne kir û got: Cihê matmayîbûnê nîne ku serokê dewletê, rêzê li 30 hezar kesên ku di mideha dîktatoriya leşkerî ya Arjantînê wenda bûn negire.

Li gorî vê raporê, Yekîtiya Jinên Misilman ên Arjantînê, piştgirên Filistînê û çalakvanên di warê mafên mirovan de li Boyînes Ayrêsê, bi lidarxistina xwenîşandenekê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember sefera serokwezîrê Rejîma Siyonîst bo welatê wanSiyonîstan dan.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, li destpêka sefera xwe ya sê welatên Amerîkaya Latîn, sibeha duşemiyê, derbasî Arjantînê bû û biryar e seredana Kolombya û Mêkzîkayê jî bike.