El Ceferî: Êrişa Amerîkayê ser artêşa Sûriyê nîşana terorîzma dewletî ye
Nunerê herdem ê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bal kişand ser terorîzma dewletî ya Amerîkayê li Sûriyê û got ku li vê dewra muzakiran tu yek ji 4 beşên têkildarî çareserkirina krîza Sûriyê hilnekolandiye.
Li gorî rapora Fars News`ê, Beşar Ceferî, nunerê dayim ê Sûriyê li Rêxistina NY li hember êrişa hewayî ya duh a Emerîkayê ser artêşa Sûriyê bertek nîşan da.
El-Ceferî ku beşdarê muzakirên Jinêvê bûye tekez kir ku êrişa Emerîkayê ser karwanê artêşa Sûriyê tê wateya terorîzma dewletî.
Wî her wiha diyar kir ku li hevdîtina tev Îstefan Dê Mîstora , şandiyê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê tenê mesela civîna karzanan hilkolandiye.
Vî berpirsê sûrî tekez kir ku tev Dê Mîstora li hev kiriye ku li pêvajoya muzakiran, civînên teknîkî navbera karzanan werin lidarxistin ne ku berî wê an piştî wê.
Sputnikê ji zarê Ceferî ragihand ku taxima dewletê ya Sûriyê li vê dewra muzakiran tu yek ji 4 beşên li bara çareserkirina qeyranê hilnekolandiye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku piştî civîna tev Dê Mîstora, êdî civînên fermî yên taxima dewleta Sûriyê bi dawî bûne û got: Hevhatina Astanê li bara navçên Kêmkirina Kêşeyan, li hin navçên taybet e ne hemî erdên Sûriyê.
Rayedarekî eskerî ya emerîkî roja pênşemiyê piştrast kir ku balefirên hevalbendiya bi serokatiya vî welatî, karwanekî ser bi artêşa Sûriyê dane ber êrişan.