May 19, 2017 17:50 Asia/Tehran
  • Destpêbûna opêrasiyona artêşa Sûriyê ji bo azadkirina bajarokê Bêyt Nayêmê

rayedarên sûrî qala pêşdaçûna artêşa Sûriyê ber bi bajarokê Bêyt Nayêmê li Xûteya rojhilatî ya vî welatî kirin.

Rayedarekî leşkerî yê sûrî li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê, got: Hêzên artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên hevpeyiman piştî destpêkirna opêrasiyona leşkerî ji çend aliyan va li Xûteya Rojhilatî ya Şamê, pêşdaçûna xwe ber bi bajarokê Bêyt Nayêmê dest pê kirin ku heta niha karîne hin zeviyan û navçeya Xerabuyê azad bikin.

Hêzên artêşa Sûriyê her wiha çend gund li Helebê li bakurê Sûriyê piştî têkbirina baregehên çeteyên têrorîstên DAIŞ`ê li van navçeyan, azad kirin.

Li gorî vê raporê, li Deraya başûrê Sûriyê jî pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê û komên têrorîst ên ser bi Cebheya Nusreyê li nêzikî sînorê Urdinê didomin.