Çile 18, 2017 17:47 Asia/Tehran

Medya Tirkiyê ragihandin: Gumanbarê sereke yê êrişa mirinbar a ser klûpeka şevê li Stenbola Tirkiyê, di vî bajarî de hate girtin.

Girtina gumanbarê sereke yê êrişa terorîstî ya Stenbolê

Ebû Mihemed Xorasanî, sebebkarê êrişa terorîstî ya ser Klûpa Şevane ya Rêynayê li taxa Esen Yûrt a Stenbolê hatiye girtin.

Berî niha rojnameya Huriyet a Tirkiyê, nivîsîbû: Sebebkarê êrişa mirinbar a li Stenbolê endamekî uzbek ê koma terorîst a DAIŞ`ê ye.

Terorîstê ku tê îdiakirin ji Asyaya Navendî va hatiye Tirkiyê, li saetên destpêkê yên sala nû ya zayînî, bi çek kete nav vê klûpê û 39 kes kuştin û 65 kesî jî birîndar kirin.

Girtina gumanbarê sereke yê êrişa terorîstî ya Stenbolê

27 kes ji wan kesên ku di vê êrişa terorîstî de hatin kuştin, geştyarên biyanî û bi taybet ji welatên erebî yên navçê bûn.

Kanûna buhurî jî di encama teqîna du bombeyan li Stenbolê ku armanca wan hêzên polîsê Tirkiyê bûn, 44 kes hatin kuştin. Balafirgeha Stenbolê jî Tîrmeha buhurî kete ber êrişa teqînê ya koma terorîst a DAIŞ`ê.

Serepeyv