Îlon 19, 2020 08:48 Asia/Tehran
  • PDK’ê li ser sînorê deverên kurdî yên Sûriyê çeper vedan û çekên giran bi cih kirin

PDK’ê cebilxaneyeke giran li palên Pêşxabûra Deriyê Sînor ê Sêmalka bi cih kirin her weha li vê derê qereqolên nû, nuqteyên leşkerî û çeper ava kirin.

Pêşmergeyên PDK’ê, li ser girên nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxabûra miqabilî Deriyê Sînor ê Sêmalka dest bi avakirina qereqol, senger û seytereyên nû yên leşkerî kir. Her weha çeken giran bo senger û seytere, qereqolên nû û kevin hatin bicihkirin.  

Ji Deriyê Sînor ê Sêmalka ve tê xuyakirin ku ji bo herêmê sewqiyata leşkerî berdewam e û çekên giran tên kişandin.

Vê yekê kurdên Sûriyê bi taybet komên siyasî yên bakura Sûriyê xistiye nav fukaran. Ew dibêjin muhtemel e PDK û Tirkiye li ser êriş an dorpêçkirina kurdên Sûriyê li hev kiribin. 

PDK’ê, di sala 2014’ê de jî li ser sînorê Herêma Kurdistan û deverên kurdî ên Sûriyê xendek kolabûn. Ev helwesta ambargoyê ya PDK’ê, ji aliyê kurdên Sûriyê ve hatibû protestokirin. Li ser nerazîbûna şêniyan pêşmergeyên PDK’ê, di şeva 14-15ê Nîsanê de gulle li şêniyan reşandibû gava kesekî 32 salî dixwest di ser Sêmalka re derbasî Herêma Kurdistanê bibe hatibû kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.  

Serepeyv