Parlamenter Hoşyar: Tirkiye rojane êrişî sivîlan dike Barzanî jî nan bi Erdogan re dixwe
Îlon 04, 2020 23:03 Asia/Tehran
Parlamenterê Iraqê Hoşyar Ebdulah bi daxuyaniyek nivîskî diyarkir ku dewleta Tirkiyê rojane xelkê sivîl dike hedef, weke ku titşek çênebûyî Nêçîrvan Barzanî jî bi Çavuşoglu û Erdogan re nan dixwe.
Parlamenterê meclisa Iraqê Hoşyar Ebdula serdana Nêçîrvan Bazanî ji bo Erdogan bi tundî rexnekir û got; “Tirkiye rojane welatiyên Kurdistanê dike hedef, Nêçîrvan Barzanî jî nanê sibehê bi Çavuşoglu û Erdogan re dixwe. Weke ku tiştek çênebuyî vê dike. Ev jî bêrêziya herî mezin ya hemberî hestê gel û bi taybet jî kesên bedel daneye.”