Îlon 04, 2020 20:43 Asia/Tehran
  • Amarên nû yên Koronayê li Herêma Kurdistanê: 597 tûşbûn û 25 mirî 

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên bihorî yên taybet bi Koronayê belav kir û ragihand, li seranserê herêmê 597 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 25 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, di 24 saetên bihorî de 5 hezar û 144 pişkinînîn Koronayê hatine encamdan, ku rêjeya herî zêde ya pişkinînan li parêzgeha Duhokê bûye û li pey Duhokê, Hewlêr û Silêmanî tên.

Li gor encamên wan pişkinînan, di 24 saerên derbasbûyî de 597 haletên nû yên pêketina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Herwiha ji duh ve heta îro 25 kes ji tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê herwiha dibêje, 323 kes ji nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi van amaran re, heta niha li Herêma Kurdistanê 31 hezar û 132 kes bi Koronayê ketine ku yek hezar û 173 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 hezar û 701 kes jî baş bûne.

Serepeyv