Tebax 26, 2020 14:15 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê hemleya girtina rojnamegeran didome

Partiya serwer a li Herêma Kurdistanê asta binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamegeran zêde kiriye. Rojnamegerên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû girtin, gotin: " Partiya desthilat ditirse ku gendelî û rewşa krêt a li herêmê belav dibe, lew re rojnamevanan digire."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Desthilata Herêma Kurdistanê di çend hefteyên borî de anku bi belavbûna xwepêşandanên li dijî gengelî û destwerdana dewleta Tirkiyê re, fişarên xwe li dijî rojnamegeran zêde kirin.

Li gorî çavdêr û şopîneran, desthilata Herêma Kurdistanê hewl dide ku rojnameger û gel di rewşeke "ne bibînin, ne biaxivin û ne jî bibihîsin" bihêle. Ji ber van siyasetan xwepêşandan û serhildanên gel rabûn ku banga azadî û demokratiyê û hilweşîna partiya desthilat dike.

Di 19’ê vê mehê de, şêniyên Zaxo li dijî derbasbûna erebeyên dewleta Tirkiyê ji xaka wan re xwepêşandek li dar xist. Ev xwepêşandan ji hêla çapemeniyê ve jî hate şopandin. Ji wê rojê û heta îro desthilatên Herêma Kurdistanê hemeleyên girtinê li dijî her kesê/a ku li ser xwepêşandan biaxive dest pê kiriye û kanalên televîzyonê girtin, ji wan kanala NRT'yê.

Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran bi daxuyaniyekê navên 33 rojnameger û çalakvanên ku hatine girtin, eşkere kirin. Lê hinên din jî hene hê navên wan nehatine belgekirin.

Desthilat, siyaseta tirsê li her kesê/a nêzî dosyayên gendelî û siyasî bibin, pêk tînin.

Li Dihokê ya Herêma Kurdistanê hemleyên girtina rojnameger û çalakvanan pêk hat. Herêm ji tevahî aliyan de di rewşeke aloz de ye.

Hejmareke rojnamvan ên ku ji aliyê desthilata Herêma Kurdistanê ve hatibûn girtin û bi kefalet hatin berdan ji ANHA'yê re diyar kirin ku desthilata Herêma Kurdistanê hîna jî astengî û tirsandinê li dijî wan dimeşîne. Di nav de rojnameger û nûçegihanê  kanala "Gelî Kurdistanê" yê li Dihokê Karwan Sadiq e.

'AXAFTINA LI SER ÇEWTÎ Û SIYASETÊ QEDEXE YE'

Rojnameger Karwan Sadiq li ser rewşa li Herêma Kurdistanê got: "Dixwazim hinekî li ser rewşa Dihokê ya ku ji nêz ve dişopînim biaxivim. Rojnamegerên li vê herêmê dabeşî du beşan bûne, jê rojnamegerên girêdayî desthilatê ne û xizmeta siyasetên wê dike. Beşa dîtir jî rastiya veşartî ya di aliyên siyasî, aborî, civakî û tevliheviyê de eşkere dikin. Ji ber ku rastiyan eşkere

dikin, desthilat wan wekî astengiyekê li pêş xwe dibîne, bi wê re jî hewl dide dengên wan bi rêya sûcên li dijî mafên wan, binixumîne."

Sadiq li ser azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê axivî û wiha pê de çû: "Azadiya çapemeniyê di bin sifrê re ye. Ji ber hin rojnameger hewl didin hin dosyayên bigirêk û cihêreng vekin, desthi

'LI DIHOKÊ REWŞ PIR KRÊT E'

Rojnameger Karwan Sadiq di axaftina li ser rewşa Dihokê de ku ew ji nêz ve dişopîne da zanîn: "Ji ber ez li Dihokê dijîm û rewşê ji nêz ve dişopînim, dikarim hin xalan bînim ziman.

Rewşên siyasî, aborî, rêveberî û tenduristî li Dihokê pir krêt e. Gel vê yekê tehemûl nake û derdikeve xwepêşandanan. Hikumet ji ber kêmasiyan azaran dikişîne, lê tu planeke wê ya rêvebirinê tune ye. Hin rojnameger hene dengê gel digihînin aliyên pêwendîdar û xebata xwe ya pîşeyê di eşkerekirina rastiyan de didomînin. Bi wê re jî metirsiya partiya desthilat ji firehbûna xwepêşandan, serhildanên gel û windakiirna desthilatiya xwe, heye."

'NIKARIN ÇAPEMENIYA AZADÊ BÊDENG BIKIN'

Ji aliyekî din ve jî, koordînatorê Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran a li Dihokê Ayhan Seîd ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku pişît xwepêşandanên li Zaxoyê bi sedan rojnameger û çalakvan hatin girtin. Ji ber ku dengê azadiyê bûn.

Seîd da zanîn ku gel li dijî bêdengkirina deng azad û biryara serdegirtina malan û girtina bi dehan rojnameger, çalakvan, mamoste, nivîskar û sivîlan dest bi xwepêşandanên girseyî li herêma Behdîna-Dihokê kirin.

Seîd eşkere kir ku ew kiryar dide nîşandan ku desthilat hewl dide dengê azad li Behdînanê bisekinîne û wiha pê de çû: " Nikarin dengê azad bisekinînin. Ji lew re ew bi van kiryaran rûyên xwe reş dikin. Ji ber rojnameger, çalakvan û demokrat banga pêkanîna azadî û demokratiyê li welat dikin.

 

 

 

Serepeyv