Nîsan 03, 2020 10:37 Asia/Tehran
  • Ziyana rojê 13 milyon dolarî ya Herêma Kurdistanê ji ber kêmbûna nirxê Neftê

Rêxistineke aborî li Herêma Kurdistana Iraq ragihand ku ji ber kêmbûna nirxê neftê rojê 13 milyon dolar ziyan û xisar gihêştiye vê Herêmê .

Li gor Kurdpressê, Belal Seîd birêvebirê Enistîtûya Aborî ya Bijmare  bal kişande daketine zav a nnirxa neftê li cîhanê û ragihand vê yekê bandoreke neyînî û xirab ji abora Kurdistanê re hebûye û hişyarî da ku ev reşa û ziyanên ji ber wê bi taybet ji ber berdewamiya kêmbûna nirxa neftê diqewme çendîn mehan berdewam bike.

Wî desnîşan kir ji ber ku Herêma Kurdistan li rojê 40 hezar bermîl neftê difiroşe, kêmbûna nirxa neftê li rojê de 13 milyon dolar ziyanê digihîne vê Herêmê. Heya vegerîna bo rewşa berê ku nirxê neftê her bermîl 59 dolar bû û niha 30 dolar ji nirxê wê kêm bûye, riyeke dijwar û dom û dirêj li ber Herêma Kurdistanê ye.

Bandora kêmbûna nirxê neftê ji bo Herêma Kurdistanê pir giran û xirab e, çûnku tenê derhata vê Herêmê neft e ku niha parek mezin ji vê derhatê ji dest daye.