Mistefa Çavreş: Bafil Talebanî seredana Hewlêrê dike
Encumena serkirdayetiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê bi piraniya dengan bernama vê partiyê pesend kir. Endamekî serkirdayetiya YNK raghand: Bafil Talebanî wek hevserokê YNK seredana Hewlêrê dike.
Mistefa Çavreş, endamê serkirdayetiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li civîneka rojnamevaniyê de raghand: Li civîna îro de bernama YNK bi piraniya dengan hat pesendkirin û rapora Kosret Resûl bo kongirê hat gotûbêjkirin û pesendkirin.
Mistefa Çavreş her wiha amaje kir:Em dixwezin bibin beşek ji hikûmeta Iraqê û em dijberiyê nakin û em naxwzain partiya kartonî bi navê kurdan li Bexdayê biaxive.
Endamekî seroaktiya YNK her wiha raghand, Kak Mesûd pêştir pîrozbayî li YNK kiriye û daxwaz jî kiriye ku Bafil Talebanî seredana Hewlêrê bike bo beşdariya li civîna girin e ku dê sibê birêve here.
Hevgav Mistefa Çavreş diyar kir: Bafil Talebanî û şandek bo beşdariya li civîna ser rewşa Iraqê dê seredana Hewlêrê bikin.