Mesrûr Barzanî: "Çaksazî gişt waran digre ber xwe"
Encumena wezîran a Herêma Kurdistanê li kombûna îro bi hemî dengan pêşnumaya çaksaziyê pesend kir û şande parlemana Kurdistanê.
Encumena wezîran a Herêam Kurdistanê îro çarşemiyê bi serokatiya Mesrûr Barzanî serokê desteya wezîran û beşdariya Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîr, civiyan û li ser reşnivîsa pêşnumaya çaksaziyê bona kesên teqawutbûyî, mişawergiran cih bînin û serpişkiyên din li Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin ku beşek e ji bernama giştalî ya çaksaziyê li çarçoveya karnameya kabîna nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Li daxûyaniya ku li encama vê civînê hat raberkirin, serokê desteya wezîran ragikhand: Çaksazî proseyeka berdewam e û li pêngavên din dê hemî waran jî bigre ber xwe.
Wî her wiha got li destpêa xebata kabîna nû me biryar dabû vê pêşnumayê bişînin parlemanê.