Hevdîtinên Cêyms Cêfrî li Hewlêrê
Li hevdîtina ku îro navbera Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cêyms Cêfrî, nunerê taybet ê Emerîkayê li hevalbendiya cîhanî li dijî DAIŞ`ê ku sefera Hewlêrê kiriye her du aliyan rewşa navçê û gefa DAIŞ`ê û riyên rawestana li ber vê gefê hilkolandin.
Kanala Kurdistan 24`ê raghand ku piştî vê hevdîtinê Barzanî ji nûçegîhanan re raghand ku Emerîka ser peywendiyên dostane û dîrokî yên xwe bi Herêmê re pêbend e.
Cêyms Cêfrî jî got ku ev civîna bi amadebûna fermandên leşkirî hatiye lidarxistin û têde ser pêwîstiya dewama hevkariyan li şerê li hember DAIŞ`ê hatiye teqezkirin.
Nunerê taybet ê Emerîkayê li hevalbendiya cîhanî li dijî DAIŞ`ê li sefera xwe ya Hewlêrê bi rêberê partiya Demokrata Kurdistanê, yanê partiyê re jî hevdîtin pêk anî.
Dawîn alûgurên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê û nerazîtiyên li kolan û çarsiyan li vî welatî û xwestekên neraziyan ji mêhwerên gotûbêjên vê hevdîtinê ne.