Mijdar 30, 2019 12:30 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser Kolecoyê de 11 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê şeva buhurî êrişa nahîya Kolecoyê ser bi Kifrîyê kirin ku di encamê de 11 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Ligorî rapora Malpera Sibeyê, têrorîstên DAIŞ`ê destpêkê bi hawanan êrişî nahîya Kolecoyê kirin û paşê dest bi êrişa bejayî kirin ku hêzên Asayişê bersiva êrişê dan ku di encamê de 11 kes bûn qurbanî.

Di encama wê êrişê de 2 karmendên Asayişê canê xwe ji dest dan û 9 kes ji wan 3 kesên sivîl û 6 endamên Asayişê birîndar bûn ku Simko Elî Rêvebirê Asayişa nahîya kolecoyê jî di nav wan da bû ku wî jî ji ber giranîya birînan vê sibê li nexweşxana Silêmanîyê canê xwe ji dest da.