Mijdar 27, 2019 08:06 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan barzanî pişta dewleta Iraqê girt

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pişta dewleta Iraqê û pêkanîna reforman di Qanûna Bingehîn a vî welatî da girt.

Li gorî rapora Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî roja Sêşemiyê di axaftinekê da got: Herêma Kurdistanê ji her cûre reforma di Qanûna Bingehîn a Iraqê ku bibe sebeba baştirbûna rewşa welatiyên iraqî piştgiriyê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê guhertina serokwezîrê Iraqê got: Guhertina şexsê serokwezr, tu rolek di çareserkirina pirsgirêkên vî welatî tuneye.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got ku hefteya bê desteyeka Kurdan jibo dewama gotûbêja digel dewleta navendî, dê berê xwe bide Bexdayê.