Îlon 21, 2019 19:40 Asia/Tehran
  • Berpirsekî YNKê: Kersên ajavegêr gulle ber bi ofîsa YNKê li Hewlêrê va reşandin

Dewsgirê berpirsê YNKê li Hewlêrê destnîşan kir ku gullereşandina ser ofîsa vê partiyê li Hewlêrê ji aliyê kesên alozîçêker va bûye.

Li gorî Kurd Pressê, Şeva bihurî kesên nenas gulle reşandin ofîsa YNKê li Hewlêrê.

Malpera Avêneyê ragihad ku Hacî Mesîfî dewsgirê berpirsê YNKê li Hewlêrê ragihandiye ku gullereşandina ser ofîsa vê partiyê li Hewlêrê ji aliyê kesên ajavegêr va bûye.

Wî tevî amajeya bi vêya ku ofîsên 4 û 5 ên YNKê li avahiyekê da ne got ku çend gulle li vê avahiyê ketine û hêzên Polîs mijûlî hilkolandinê ne.

Roja Pêncşemiyê 19ê Îlonê hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê ku bin fermana partiyê ne, nehîştin ku Mehmûd Sengavî, endamê mekteba siyasî ya YNKê biçe vî bajarî.

Li pey vî karî, ofîsa PDK li Silêmaniyê jî roja Îniyê kete ber gulleya kesên nenas.