Civîna Parlemana Herêma Kurdistanê bona jînosayd- nasandina tevkujiya Êzdiyan
Parlemana Herêma kurdistana Iraqê civînek bona nasandina fermî ya kuştina Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞ`ê wekjînosayd li dar dixe.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Loqman Werdî endamê Firaksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlemana Herêma Kurdistanê li hevpeyvîna tev malpera nûçan a SNN`ê raghand ku parleman tevî ku di betlaneya havînê de ye dixweze civînekê li bara hilkolandina tevkujiya berfireh a Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞ`ê ve li dar bixe.
Wî her wiha got ku armanca vê civînê ku yê di yekim roja meha Tebaxa 2019`an de were lidarxistin, eva ye ku parleman, bi pejirandina pêşnumayekê, tevkujiya êzdiyan ji aliyê DAIŞ`ê bi fermî wek jînosayd bide nasandin.
Wî her wiah got ku biryar e pêşnumaya nasandina jînosayda kurdên êzdî li roja 3 Tebaxê û hevgavê salvegera êrişa DAIŞ`ê li Şingalê, bê pejrandin.
DAIŞ`ê li 3 Tebaxa 2014`an bi êrişa ser Şingalê dest bi tevkujiya berfireh a kurdên êzdî û dîlgirtina zêde ji 6 hezar kes ji wan kir ku hîn li bara çarenivîsa zêde ji 2 hezar û 900 kes ji wan tu lêzanîn ber destan nînin.