Tîrmeh 19, 2019 09:27 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Bûyera gullereşandina Hewlêrê êrîşeke têrorîstî ta plandarêştî bû

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bûyera gullereşandina li ser kedkarên Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê êrîşeke têrorîstî, bi armanc û ji pêş ve plandarêştî bû.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Cotyar Adil, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pey bûyera gullereşandina li ser karmendên Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê ku di encamê da karmendekî konsolxaneyê û du welatiyên herêmê hatin kuştin, daxûyaniyek da û ragihand ku li gorî lêkolîn û hilkolandinên pêkhatî, diyar bûye ku ev bûyer, êrîşeke têrorîstî, bi armanc û ji pêş ve plandarêştî bûye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî amajeya bi sê kuştiyên vê êrîşê, pêgirî kiriye ku lêkolîna di vî warî da didome û hin pêşketin jî bi dest ketine û bi zûtirkê welatiyên herêmê dê ji encamên qonaxên cûrbicûr bên agahkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir û di daxûyaniya xwe ya yekem da ev êrîş bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku saziyên têkildar li herêmê lêkolînên lazim li bara vê êrîşê û naskirin û girtina sebebkarên wê dest pê kirine û sûcdarên vê êrîşê dê li gorî qanûnê werin darizandin.

Roja Çarşemiyê, 17ê Tîrmeha 2019an, di saet 14 li gorî dema xwecihî, hejmareke kedkarên Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê di xwarineha bi navê Huqqebaz a vî bajarî ji aliyê kesek nenas va ku du çekên kemberî pêre bûn,ketin ber gullebaranê ku li gorî gotina hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê, di encama vê gullereşandinê da karmendekî konsolxaneyê û du welatiyên herêmê hatin kuştin.