Parlimanterekî PDK`ê: Nêçîrvan Barzanî heya sê heftiyên din yê wek serokê Herêma Kurdistanê were bijartin
Parlimanterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlemana Herêma Kurdistana Iraqê raghand ku damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê heya sê mehên din paşde dikeve lê beriya hatina Newrozê, Nêçîrvan Barzanî bi dengê parlimanteran dê wek serokê Herêmê were bijartin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Rêvîng Hirorî li gotûbêja bi malpera Havwilatiyê raghand ku damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê heya meha Nîsana 2019`an serê xwe nagire û piştî wê jî damezrandina kabîna hikûmeta nehan, girêdayî bi hevhatina navbera Yekitiya Niştimanî û partiya Demokrat e.
Parlimanterê PDK`ê li parlemana Iraqê got: Posta serokê Herêam Kurdistanê, beriya hatina Newrozê eseh bûye û Nêçîrvan Barzanî rêberê PDK`ê vê postê digre istûyê xwe.
Hirorî got ku komîsyona hiqûqî ya parlemanê bi amadekirina pêşnumayekê kiryara pêwîst bo reforma qanûna srokatiya herêmê û aktîvkirina wê amade bikin û desthilatên qanûnî yên serokatiya herêmî ku bi îstifaya Mesûd Barzanî hatiye rawestandin û radestî serokwezîrê û parleman û teşkîlata Dadwriyê, cardin raberî serokatiya herêmê têkirin.
Her wiha got ku bijartian Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê ji riya dengê nûnerên parlemana Kurdistanê cih tê û hemî desthilatên berê yên vê postê hebe.
Wî teqez kir ku bijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê bo PDK`ê di ewlewiyetê de ye û piştî wê jî li meha Nîsanê, Mesrûr Barzanî ji rayedarên pilebilind ê partiya Demokat û berpirsê saziya ewlehiyê ya herêmê, dibe erkdarê damezrandina kabîna nû ya Herêmê.