Kanûn 13, 2018 18:16 Asia/Tehran
  • Amnesty: DAIŞ`ê ziyanên mezin gihadine jêrxana çandiniya Şingalê

Rêxistina Amnesty International (Sazîya Lêborîna Navdewletî) ragihand ku DAIŞ`ê li Şingalê zirarên gelek mezin gihandine sektora çandiniyê û derdora wê, ew dever bi qestî hatiye wêrankirin daku Kurdên Êzdî venegerin cih û warên xwe.

Şêwirmendê Qeyranên Mezin ê li Rêxistina Amnesty International Rîçard Pîrshaws ragihand ku di lêkolînan de derketiye holê ku DAIŞ`ê "li deverên çandiniyê yên derdora Şingalê bi qestî wêrankarî encam dane", zirarên ku derketine holê dê bi awayekî demdirêj bandorê li çandinî û ajeldariya Kurdên Êzdî bikin.

Li gor raporta Amnestyê, bi hezaran cotkar û ajeldar nikarin vegerin ser mal û milkê xwe, ji ber ku DAIŞ`ê jêrxana çandiniya deverê têk biriye, bi awayekî ku kelûpelên jê sûd werdigirtin ji xwe re birine û alavên ku nebirine jî, şikandine û ji kar xistine.

Berî niha tîmên Amnesty Internationalê serdana çend deverên derdora Şingalê kiribûn, ligel 69 kesan hevdîtin pêk anîbûn ku ji wan 44 kes berê li wan deveran cotkar bûn. Hemûyan behsa wê yekê kirine ku zeviyên wan êdî bi kêrî çandiniyê nayên û çandinî li deverê bi awayekî berçav paşve çûye.